Bangeke gur li ser zimanê Kurdî

Hejmareke bilind ya zimanzan, zimannas, nivîskar, rojnamevan û ronakbîrên Kurd dijî provakasyonên li ser ziman, zarava û alfabeya Kurdî bangeke gur belav kirin. Bangê herwekî xwe li jêr didin.

 

Provokasyonên li ser Zimanê Kurdî Pûç Bikin !

« Hefteya bihurî daxuyaniyek li ser navê hin nivîskar û ronakbîrên kurd hate çapkirin ku xwe weke « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » dane naskirin û tê de, bi zimanekî tund, provokatîf û piçûkxistinê, argumentên çewt û pûç li dijî alfabeyên kurdî yên din hatine bikaranîn. Di daxuyaniya behskirî de herweha heqaret li zêdetir ji 400 lêkolîner, nivîskar, zimannas û ronakbîrên kurd hatiye kirin ku ji her parçe û beş û bîr û baweriyên civaka Kurdan bûn, bi dilxwaziyeke kurdewarî ya zanistî li Hewlêr û Amedê beşdarî wan herdu konferansên zimanî bûbûn û li rêyên bihevrejiyîna « hemû Kurdan » geriyabûn. Di daxuyaniya « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » de behsa çareseriyên li gora her beşekî Kurdistanê tê kirin ku em vê helwêstê weke daxwaza dabeşkirina Kurdan û weke daxwaza sepandina zaravayekî li ser yên din dinirxînin. »

Ji Dem û Dezgehên Neteweyî yên Kurdistanî re,

Ji Raya Giştî re,

Zimanê kurdî zimanekî pirzarava û piralfabe ye ku ev rewşa zimanî ji zû ve ye ku ji aliyê hin derdoran ve weke astengên mezin yên li hember yekîtiya neteweyî tên nirxandin û pêşniyarên jakobenîst û şoven ji bo çareseriyê tên kirin. Dîroka me ya nêzîk bûye şahida hin hewldanên sepandina zaravayekî li ser zaravayên din an jî ya alfabeyekê li ser alfabeyên din. Divê were destnîşankirin ku hewldanên bi vî rengî dikarin nakokiyên gellekî ciddî yên siyasî û bi taybetî jî çandî di civata me ya pirbeş û bêdewlet de bide peydakirin ku çareseriya wan dê dijwartir be.

Welat û hikumetên ku ji sedsala 19’an ve li seranserê cîhanê ketine nava hewldana sepandina zarava û alfabeyan ya li deverên pirziman û pirzarava û piralfabe, dawiya sedsala 20’an li vê siyaseta xwe poşman bûne û êdî hewl didin ku cîhêrengiya zimanan weke rengên dewlemendiya çandî û dîrokî werin bikaranîn.

Di nava Kurdan de, ji ber parçebûyina axê, biryar û siyasetên di mijara zimanî de divê bi hesabine gellekî kûrtir û dûrtir werin kirin. Lewre, divê neyê jibîrkirin ku di vê rewşa hessas de ev cîhêrengiya zimanî, ya ku dewlemendî û hêza me ye, dikare li dijî Kurdan jî were bikaranîn. Ji ber wê ye ku ji dêleva kûrtirkirina cudahiyên Kurdan, divê mirov bi hewldanên maqûl bikeve nava tevgerên nêzîkkirina Kurdan û li rêyên parastin û bihevrejiyîna wan bigere.

Her bi vê armancê ve, van demên dawîn li Başûr û Bakura Kurdistanê, du konferansên berfireh hatin lidarxistin ku zêdetir ji 400 akademîsyen, lêkolîner, pispor û mamosteyên zimanî beşdarî wan bûn. Di wan konferansan de nîqaşên berfireh hatin kirin, ji bo parastina yekîtiya neteweyî li rêyên bihevrejiyîna zarava û alfabeyan hate gerîn û di vê rêyê de hin pêşniyarên rastbîn li rayedarên civaka kurdî hatin kirin.

Digel van hewldanên çareseriyê jî, hin derdorên ku bi motivasyonên siyasî ve tev digerin û tim nîşan dane ku li dijî lêgerînên çareseriyê ne, hê jî bi israr dixwazin bi tenê alfabeya aramî/erebî li Başûra Kurdistanê bidin fermîkirin û di bin navê « Yekîtiya zimanî » de binve binve zaraveyekî li ser xelkê me yê zaravayên din bidin sepandin.

Hefteya bihurî daxuyaniyek li ser navê hin nivîskar û ronakbîrên kurd hate çapkirin ku xwe weke « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » dane naskirin û tê de, bi zimanekî tund, provokatîf û piçûkxistinê, argumentên çewt û pûç li dijî alfabeyên kurdî yên din hatine bikaranîn. Di daxuyaniya behskirî de herweha heqaret li zêdetir ji 400 lêkolîner, nivîskar, zimannas û ronakbîrên kurd hatiye kirin ku ji her parçe û beş û bîr û baweriyên civaka Kurdan bûn, bi dilxwaziyeke kurdewarî ya zanistî li Hewlêr û Amedê beşdarî wan herdu konferansên zimanî bûbûn û li rêyên bihevrejiyîna « hemû Kurdan » geriyabûn. Di daxuyaniya « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » de behsa çareseriyên li gora her beşekî Kurdistanê tê kirin ku em vê helwêstê weke daxwaza dabeşkirina Kurdan û weke daxwaza sepandina zaravayekî li ser yên din dinirxînin.

Em jî dixwazin bi vî awayî nerazîbûna xwe ya li hember wê helwêstê û wê şêwazê û wan heqaretên kirî bi raya giştî ve bidin zanîn û balê bikişînin ser ku her tevger û hewldaneke ku bide pey sepandina zaravayekî li ser zaravayên din û alfabeyekê li ser alfabeyên din, alîkariya neyarên Kurdan dikin ku dixwazin Kurdan parçe bikin. Em di wê baweriyê de ne ku hewldanên mîna daxuyaniya « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » li hember yekîtiya bîr û civak û çand û bi giştî li hember yekîtiya gelê kurd xeteriyeke mezin e û tovên xirabiyê di nava xwe de vedihewîne. Jakobenizma ku ji zû ve têk çûye di vê rewşa gelê kurd û di vê pêvajoya siyasî ya hessas de « xeyrî ciddî » ye û esasen ev helwêst bi xwe « lîstina bi agirî » ye. Insiyatîfeke bi vî rengî ku xwe weke « Grûpa Parastina Zimanê Kurdî » dide naskirin, gelo dê bi vê şêwazê û bi vê helwêstê çawa bikare zimanê kurdî biparêze ?!

Bê guman, alfabe ne armanc e, lê alavek e ji bo pêkanîna armanca rastnivîsandin û derbirîna dengên zimanekî. Ji ber vê sedemê, alfabeyek dikare di pêvajoya pêşketina xwe de gellek caran ji bo baştir guncîna dengên wî zimanî were guhertin an jî adaptekirin. Alfabeya kurdî-erebî bi xwe nimûneya vê yekê ye û gellek caran hatiye guhertin. Digel vê jî, li ser ruyê dunyayê tu alfabe nînin ku bikarin hemû dengên zimanekî nîşan bidin. Beşekî mezin yê gelê kurd şiklekî alfabeyekê kiriye malê xwe û pê nivîsandiye û dinivîsîne. Lewre, munaqaşeyên li ser kurdbûna alfabeya kurdî-latînî yên bi vî rengî nikarin werin qebûlkirin.

Herweha, di daxuyaniya « Grûpa Inîsyatîfa ji bo Parastina Zimanê Kurdî » de hatiye gotin ku « Em tekît dikin ku em bi tu awayî dîtina xwe li ser tu kesî nasepînin û zimanvan û kurdîzanên Kurdistana Bakur bi xwe dikarin di vî warî de biryarê bidin », lê di heman belavokê de xwediyên însiyatîfê diyar kirine ku « Guherandina alfabeya kurdî bi ya latînî yan hizirkirina bikaranîna du cureyên alfabeyan di beşên Kurdistana Rojhilat û Başûr de ji me re xeta sor e … » Ev helwêst « parçekirina coxrafya û hiş û bîra kurd û Kurdistanê ye » û herweha « xwesepandina » li ser gelê kurd li Rojhilat û li Başûr e û ev kar nakeve berê tu kesî !

Bi ya me, pirzaravayî û pirçandî û piralfabeyî li hember yekîtiya neteweyî nabin asteng û divê ev taybetmendiyên civaka kurdî weke dewlemendiyên wê û weke hêza wê werin pejirandin û parastin. Kom û qewm û netewe bi biryar û hêvî û daxwazên hevpar tên avakirin, ne li ser wê ku herkes heman kirasî bi heman rengî li xwe bike.

Ji ber van sedem û hessasiyetên civaka kurdî, em bangê li hemû alî, dezgeh, rêxistin, partî, kes û rayedarên civaka kurdî dikin ku xema me ya bingehîn divê li ser yekkirina civaka kurdî be, ne dabeşkirina wê.

Em deklarasyonên herdu Konferansên Zimanî yên Hewlêr [Îlon 2011] û Amedê [Adar 2012] maqûl dibînin û dibêjin ku li şûna ziman û reftara êrîşkar, pêwîst e ku di nav diyalogeke germ de nîqaşên zanistî werin kirin, da ku mirov ji hevdu fahm bike, pirsgirêkên xwe bi hemû aliyên wan ve baş binase û ji bo « hemû Kurdan », ne ji bo beşekî bi tenê, bi metodên zanistî li rêyên maqûl yên çareseriyê bigere.

17. 09. 2012

(Ev daxuyanî heta 01.10.2012’an ji bo îmzeyê vekirî ye. Heçî kesê ku dixwaze piştgiriya vê daxuyaniyê bike, dikare navê xwe bişîne ser eposteya jêrê.)

Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be

Piştgirên daxuyaniyê yên pêşîn

  1. Dr. Abdilwehab Xalid Mûsa
  2. Abdulganî Demîrel
  3. Abdulkadîr Ulumaskan
  4. Adil Baran
  5. Adil Şakir Obeyd
  6. Adnan Abdulrehman
  7. Afrasiab Gramî
  8. Dr. Afrasiab Shekofteh
  9. Agît Xelef
  10. Ahmet Aliş
  11. Ahmet Gulabî Dere
  12. Ahmet Irmak
  13. Ahmet Kanî
  14. Ali Atalan
  15. Ali Bayram
  16. Amanc Meqamî
  17. Amed Qehreman
  18. Amed Tigrîs
  19. Amîn Chireh
  20. Ara Elî 
  21. Aram Yosif
  22. Arez Andaryarî
  23. Dr. Arif Hîto         
  24. Aslîka Qadir
  25. Aştî Germavî          
  26. Avşîn Ay
  27. Aydin Dere
  28. Ayhanê Bêrtî
  29. Ayşe Navruz
  30. Azad Alî
  31. Azad Efrîn
  32. Azad Kurdî
  33. Azad Makûyî
  34. Azad Şîlanî
  35. Azad Temel
  36. Azad Zal
  37. Azîz Aliş
  38. B. Welatevîn
  39. Baban Seqizî
  40. Dr. Bahiez Omer Ehmed
  41. Dr. Bahrooz Chamanara
  42. Bariyê Bela
  43. Bayram Ayaz
  44. Bedel Boselî
  45. Bedran Hikmet
  46. Dr. Behrûz Şucaî
  47. Berfîn Aydogan
  48. Berken Bereh
  49. Dr. Beyan Ehmed Huseyn
  50. Bêrîvan Muhemed Şerîf      
  51. Bêrîvan Yosif Ebdulla
  52. Bîlge Sumer
  53. Bîrgul Gencer
  54. Bîrgul Ozbariş Arda
  55. Burhan Zoroglu
  56. Bûbê Eser
  57. Cefer Husênpûr
  58. Dr. Cefer Şeyxulîslamî
  59. Cemal Onursal
  60. Cemîl Demîrcan
  61. Cercur Cengîz
  62. Çetîn Kevir
  63. Çeto Omerî
  64. Dr. Cewher Mustefa Omer
  65. Chiman Badrî
  66. Cîhan Yildirim
  67. Cimoyê Merûf
  68. Cîn Hekîm Mûsa
  69. Ciwan Tengezar
  70. Ciwanmerd Kulek
  71. Çiya Mazî
  72. Demhat Dêrikî
  73. Demsal Can
  74. Dersîm Oremar
  75. Dersîm Tekes
  76. Derwêş M. Ferho
  77. Dr. Derwêş Yosif Hesen
  78. Derya Yilmaz
  79. Dijwar Ruşdî
  80. Dr. Dilawer Bozo Mîkaîl
  81. Dilawer Zeraq
  82. Dîlber Hêma
  83. Dilbirîn Ebdulla Elî                         
  84. Dilbixwîn Dara
  85. Dildar Mirad
  86. Dilêr Zaxoyî
  87. Dilşa Yûsiv
  88. Dilşad Mutî
  89. Dilşêr Bêwar
  90. Dilxwaz Refiet Muhemed Elî
  91. Dîno Xorasanî
  92. Diyar Bohtî
  93. Diyar Ebdulkerîm Seîd
  94. Dûrzan Cîrano     
  95. Dr. Ebdî Hacî muhemed                
  96. Ebdulkerîm Mustefa
  97. Dr. Ebdulla Ezîz Muhemed
  98. Ebdulqadir Norî                                    
  99. Ebdulselam Necimeldîn               
  100. Dr. Ebdulsemed îslam                   
  101. Dr. Ebo Obeyd Ebdulla Ziyab
  102. Edîp Polat
  103. Egît Xelef
  104. Ehmed Balayî
  105. Ehmed Ebdulla Casim                                 
  106. Ehmed Ebdulla Zero                                    
  107. Dr. Ehmed Elî Hesen
  108. Dr. Ehmed Heyder Seger
  109. Ehmed Hoseyn Zawîtey    
  110. Ehmed Yasîn Ehmed                       
  111. Ekrem Altin
  112. Dr. Elî Rehmetî
  113. Emîn Akbaş
  114. Emîn Ebdulqadir Omer                       
  115. Emîn Narozî
  116. Enwer Muhemed Hoseyn  
  117. Enwer Soltanî
  118. Erdal Er
  119. Eskender Ceferî
  120. Eskerê Boyîk
  121. Evdile Koçer
  122. Evîn Aksoy
  123. Evîn Kiliçarslan
  124. Eyad Şêx Hesen
  125. Eyhan Ceifer Muhemed Tahir
  126. Eyob Remedan Fetah
  127. Eyup Guven
  128. Dr. Fadil Heyder Xodêda
  129. Fatma Savci
  130. Faxir Berwarî
  131. Faxr Omer Muhemed                 
  132. Fehim Işik
  133. Fehmî Balayî
  134. Dr. Felat Dilgeş
  135. Felek Baran
  136. Feratê Dengizî
  137. Fêrgîn Melîk Aykoç
  138. Ferhad Ebdulla
  139. Dr. Ferhad Hacî Eboş
  140. Ferhad Muhemed Ehmed
  141. Ferîde Akturan
  142. Fesîh Seseogullari
  143. Fettah Timar
  144. Fevzî Ozmen
  145. Fexredîn Amediyan
  146. Feysel Dilêr
  147. Firat Kelehkî
  148. Fuad Fattahî
  149. Fuat Brûsk
  150. Gernas Amedî
  151. Golî Shadkam
  152. Goran Candan
  153. Guhdar îsmaîl     
  154. Gulşana Mûsayê Beşkî
  155. Dr. Gundî Dilberz
  156. Hadî Serdar Kilinçaslan
  157. Hadi Turk
  158. Hakim Zeyrek
  159. Hakki Çoban
  160. Hamid Omerî
  161. Hamîde Akbayir
  162. Harûn Demîrkan
  163. Haydar Diljen
  164. Haydar Işik
  165. Hecî Mişo Heso           
  166. Hejar Kemal
  167. Hejarê Şamil
  168. Hekîm Ebdulla       
  169. Dr. Hekîm Ebdulreman Zubeyr
  170. Helîme Xorşîd Ebdulla
  171. Dr. Hesenê Evdî
  172. Hesen Huseyin Deniz
  173. Hesen Qazî
  174. Hesen Silêvanî
  175. Hesenê Dewrêş
  176. Hesenê Hecî Silêman
  177. Heval Ehmed Huseyn
  178. Dr. Heznî Haco
  179. Hêdî Gomeyî
  180. Hêvî Berwarî
  181. Hilbîn Muhemed Ehmed
  182. Hişyar Kêstey
  183. Hizirvan Ebdulla  
  184. Hîvî Sebrî Cemîl
  185. Hîvî Seîd
  186. Hîwa Massîh E.
  187. Hogir Berbir
  188. Hoşeng Osê
  189. Hoseyn Osman       
  190. Hozan Emîn         
  191. Hozanê Bengî
  192. Dr. Hozan Silêman Mîrxan
  193. Huda Ebdulqadir
  194. Husein Muhammed
  195. Huseyin Alataş
  196. Huseyin Kartal
  197. Huseyin Turhalli
  198. Huseyin Zoro
  199. Îbrahîm Dêrgjnîkî        
  200. Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan
  201. Îbrahîm Xişman Hesam
  202. Îlhamî Sîdar
  203. Îlias Arian
  204. Îlyas Suvagci
  205. Dr. Îmad Weysî Xalid
  206. Înan Eroglu
  207. Îrfan Babaoglu
  208. Îsa Tûran
  209. Îsmaîl Dîndar
  210. Îsmaîl Hoseynpûr
  211. Îsmaîl Silêman Hacanî   
  212. Dr. Îsmaîl Xelîl
  213. Îsmet Hecî îbrahîm
  214. Îsmet Topal
  215. Îzeet Silêman
  216. Jahangîr Abdollahî
  217. Jîrwan Seîd Hacî                         
  218. Jivan Noiman Hecî
  219. Jiyar Sedîq
  220. Dr. Kamiran Haj Abdo
  221. Dr. Kamîran Ebdulsemed Ehmed
  222. Kamîran Haco
  223. Dr. Kamran Amînawe
  224. Kamîran Mişextî                             
  225. Kamîran Reşîd Berwarî
  226. Kamran Dalir
  227. Kamran Simo Hedilî
  228. Dr. Kamûran Berwarî
  229. Karîn Zakaria
  230. Karo Mishtexî
  231. Karwan Emînur
  232. Kawa Nemir
  233. Kejan Mehr
  234. Dr. Kerevan Muhemed Ehmed
  235. Keser Yasîn Muhemed
  236. Kewşen Herî
  237. Keya Îzol
  238. Kiymet Çelîk
  239. Konê Reş
  240. Kovan Xanikî       
  241. Kurdo Muhammadî
  242. Kutbettîn Ozer
  243. Lal Laleş
  244. Latîf Dalir
  245. Lerzan Jandîl
  246. Leylî Hessanpour
  247. Dr. Lezgîn Evdilrehmanî
  248. Lokman Ayebe
  249. Lokman Polat
  250. Dr. Luqman Guldivê
  251. M. Îhsan Kandemîr
  252. M. Malmîsanij
  253. M. Sadiq Warlî
  254. M. Saît Alpaslan
  255. M. Şefîq Oncu
  256. Macîde Senem Çamlibel
  257. Madîna Mustefaeva
  258. Mahdî Salih
  259. Mahir Aydin
  260. Mahîr Taha
  261. Mahmoud Azîzî
  262. Mahmud Akbayir
  263. Mahmud Kilinç
  264. Mahmûd Onder
  265. Mahmût Aydin
  266. Mahsûm Çîçek
  267. Mansour Shamsipor
  268. Marwan Nabo
  269. Mecîd Heso
  270. Mecîd Rajanî
  271. Medenî Ferho
  272. Mehabad Felat Arda
  273. Mehdî Caferzadeh
  274. Mehdî Salih          
  275. Mehmet Ava
  276. Mehmet Çîçek
  277. Mehmet Ekinci
  278. Mehmet Yildiz
  279. Meral Aydogan
  280. Meral Varişli
  281. Mesod Cemîl Reşîd
  282. Dr. Mêvan Arif Ebdulrehman
  283. Miheme Çelîk
  284. Mihemed Jiyan
  285. Miradê Gundikî
  286. Mîran Janbar
  287. Mîrhem Yîgît
  288. Mistefa Şahîn
  289. Mistefa Uzun
  290. Mizgîn Muhemed Hesen
  291. Mohsin Qoçan                                                 
  292. Dr. Mohsin Salih Etroşî
  293. Muhemed Ebdulla   
  294. Muhemed Şîn Sînî
  295. Dr. Muhsin Arif Salih                       
  296. Mulkiye Birtane
  297. Munzur Çem
  298. Murat Kiliç
  299. Murat Satik
  300. Muslum Yigit
  301. Mustafa Borak
  302. Mustafa Gazî
  303. Mustafa Kaplan
  304. Mustefa Ehmed Muhemed
  305. Mustefa Hîro Mustefa
  306. Mustefa Reşîd
  307. Muzaffer Demiralp
  308. Muzaffer Ozgur
  309. Dr. Nadim Yonis Osman
  310. Nasihê Kêsteyî
  311. Nazîf Mayî
  312. Necîbe Qeredaxî
  313. Necla Baran
  314. Nedim Baran
  315. Nesîmî Yaman
  316. Nevîn Baykal
  317. Newaf Mîro
  318. Newroz Bawer
  319. Nezîr Akat
  320. Nezîr Kaya
  321. Nezîr Silo
  322. Nijyar Mîrza
  323. Nishan Bamernî
  324. Nisrîn Ehmed
  325. Nizar Eyob Golî                            
  326. Nizar Selman Tahir                      
  327. Nîbar Bedîi
  328. Nîhatê Agirî
  329. Nîhayet Muhemed Salih            
  330. Nîmetulla Hamid Nihêlî  
  331. Nûrî Çelîk
  332. Omer Faruk Baran
  333. Omer Ozaydin
  334. Perwîn Reof Hadî
  335. Prof. Dr. Fewziye Yonis Fetah
  336. Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev
  337. Prof. Dr. Mehmedê Misto
  338. Prof. Dr. Zirar Sedîq Tufîq
  339. Qasim Çire
  340. Receb Dildar
  341. Remedan  Îsa                                                 
  342. Remedan Hecî Qadir         
  343. Remzî Kerîm
  344. Dr. Renc Muhemed Norî                      
  345. Dr. Resûl Başirov
  346. Reşad Sorgul
  347. Rêber Ceifer
  348. Rêbwar Reşîd
  349. Rêsan Hesen Cindî      
  350. Rêzan Demîr
  351. Rêzan Şivan Îsif
  352. Riza Dinç
  353. Riza Nayf Ebdulqadir
  354. Robîn Reşvan
  355. Rodî Zinar
  356. Rohat Mîran
  357. Rojan Hazim
  358. Ronayî Onen
  359. Ronî Alasor
  360. Ronî Hartmann
  361. Ronî Stêrk
  362. Roşan Lezgîn
  363. Roşeng Rojbîr
  364. Rûkiye Ozmen
  365. Sabah Osman Mustafa
  366. Sabîha Diljen
  367. Sadedîn Çira
  368. Sadûllah Ogurce
  369. Saeed Jafarî
  370. Saît Keskîn
  371. Salar Ebdulkerîm Findî
  372. Salih Muhemed Hesen
  373. Salihê Kevirbirî
  374. Samî Tan
  375. Sara Anter
  376. Sedîq Hamid   
  377. Sedîq Hecî Welî Berwarî    
  378. Seîd Mîrzayî Nîya
  379. Dr. Selah Muhemed Selîm
  380. Selah Khidir
  381. Selam Balay               
  382. Selîm Hesen
  383. Selwa Ferîq  Salih         
  384. Selwa Gulî
  385. Semedar Salim Mecîd
  386. Semra Arslan
  387. Semra Guçlu
  388. Serdar Bozan
  389. Serdar Erdogan
  390. Serhad B. Rênas
  391. Serhad Bapîr
  392. Serhat Bozan
  393. Serkan Birûsk
  394. Sevîl Kara
  395. Seydo Rênas Aydogan
  396. Seyfettin Kayro
  397. Seyîdxan Kurij
  398. Sezgîn Dînç
  399. Shahin B. Soreklî
  400. Siddîq Bozarslan
  401. Sidqî Hirorî
  402. Silêman îsmaîl Receb
  403. Sinan Dilek
  404. Siûd Kîkî
  405. Sîawesh Gouzerdî
  406. Sîdar Jîr
  407. Sînan Yilmaz
  408. Sîpan Hesen Elî
  409. Dr. Soiad Hesen Cuwad
  410. Solîn Rojhilatî
  411. Stêr E. Neco
  412. Suleiman Sulevanî
  413. Suzan Samanci
  414. Şehla Debaxî
  415. Şemal Mîrza
  416. Şengul Ogur
  417. Şerefxan Cizîrî
  418. Şerîf Kan
  419. Şermîn Bozarslan
  420. Şeyhmus Olmez
  421. Şeyhmus Ozzengîn
  422. Şêx Remazan Seyidov
  423. Şêxmûs Sefer
  424. Şilêr Nayf Emîn
  425. Şirivan Ozdemir
  426. Şivan Bîbo Derwêş
  427. Şivan Cercîs Ebdulrehman                  
  428. Şivan Elî Hecî Adem Tovî
  429. Şivan Muhemed Xalid
  430. Şivan Mustafa
  431. Şivan Qasim Hesen                              
  432. Şivan Tewfq  Hecî     
  433. Şivan Zahir Ebdulla
  434. Şîlan Yonis Muhemed     
  435. Şoreş Reşî
  436. Şoreşvan Adil Ehmed      
  437. Taban Sakaya
  438. Tehsîn Navişkî        
  439. Têmûrê Xelîl
  440. Tosinê Reşîd
  441. Ulfiye Ozcan
  442. Umran Aran
  443. Veysî Altay
  444. Viyan îbrahîm Elî
  445. Watkîs Msîs Serkîsîyan
  446. Welat Dilken
  447. Welat Roj
  448. Weysel Turhan
  449. Xakî Bîngol
  450. Xalid Ebdulqadir Silêman
  451. Xalid Ehmed Xalid
  452. Xalid Hosên                                                     
  453. Xalîde Selman îbrahîm
  454. Xebat Şakir
  455. Xelîl Dihokî
  456. Xizan Şîlan
  457. Xoşnav Cemîl          
  458. Xurşîd Kaplan
  459. Xusro Abdollahî
  460. Yado Ciwan
  461. Yaqob Tilermenî
  462. Yasîn Hisên
  463. Yeko Ardil
  464. Yildiz Çakar
  465. Yosif Hoseyn         
  466. Yusuf Bilgiç
  467. Zahîde Aydogan
  468. Dr. Zahîde Muhemed Tahir
  469. Zana Farqînî
  470. Zelal Ekinci
  471. Dr. Zelîha Aktaş
  472. Dr. Zerdeşt Haco
  473. Zinar Ebdulselam Ebdulhekîm
  474. Zinarê Xamo
  475. Zindan Fîdanci
  476. Ziya Avci
  477. Zozan Sadiq

 

Agahiyên li ser Konferansên Zimanê Kurdî (Hewlêr û Amed) :

http://ku.wikipedia.org/wiki/Konferansa_Zanist%C3%AE_ya_Ziman%C3%AA_Kurd%C3%AE#Be.C5.9Fdar.C3.AAn_Konferans.C3.AA

 

Sersaxî

Me bi dilekî xemgîn bihîst ku kurê helbestvana hêja Selwa Gulî çuye ber rehma xwedê.  Kurê nivîskara me ya ezîz Selwa Gulî hîna pir ciwan û xortekî jîr û zana û têgihiştî bû. Hindirîn Gulî yê rehmetî ji bo malbat û hemî gelê kurd wendayiyeke mezin e. Koça wî ya dawî em hemî xemgîn kirin û dilê me wek çuyina gelek ciwanên kurd çilmisand.

Em hevparê vê xema giran ya Selwa xanim û malbata wê ne, em sersaxiyê li wan dikin û dibêjin wan gelek roj, dem û çaxên zehmet derbas kirine wê vê êşê jî bi alîkarî û hevpariya hemî dost û hevalan ragirin.

Bi hêviya ku Selwa xan bi pênûsa xwe ya kurdewar karibe vê birînê jî û peyva kurdî bi tenê nehêle.  Dubare em dibêjin serê malbatê sax be û cihê Hindirînê me bi bihuştê şa be.

Rêvebiriya Înstîtuyê

 

Dîmenêk Ji Cejna Ziman

 

Ji Înstîtuya Kurdî li Stockholm Berhemeka Nû!

Gelo hêsanê ku mirov welatê lê hatî dinyayê, lê jîyayî, lê evîndar bûyî, lê hezkiriyên xwe binax kirî, welatê ku heval û xizimên mirov lê dijî, axa li ser jîyayî û behna wê dikişînî hindûrê xwe, bihelê û birevê? Gelo hêsanê ku mirov welatê xwe yî ji bo tekoşîn dayî, hevalê xwe yên herî hêja li keleka xwe şehît dayî bihelê û herê welatên nenas? Na! Bê gûman na. Gotina kevin di bîra herkesî de. Welatê xelkê zêr bê jî, welatê mirov cuda ye…Lê eger dagirker dora te bigre û nehelê ku tu nefesekî bigrî, ji bo canê xwe û xizimên xwe tu neçarî derkevî der.

Mamostê Îsmaîl (Aşiq) ê ji rojhilatê Kurdistan û 12 salan li çiyayên welatê xwe tekoşîn dayî, di dawî de neçar dimînê ku derbasi bakur bibê û ji wir jî herê Anqarê xwe biavêjê bextê zebanîyê alî din…Lê zebanî benda hev bernadin: MIT, Polîs û Mûxaberat pişta xwe didin hev, bi gelek dek û dolaban, bi zor û zextan kaxizên wala bi penêberan didin îmzê kirin. Gor kefa xwe qirej, kaxiza tiji dikin, ji YN (FN) re dîşînin û tê de dîyar dikin ku `penêber dixwazin vegerin welatê xwe!` Haa hooo! Li sê otobûsan sîyar dikin û dibêjin: ”Emê we bibin bajarêkî din…” lê armanca wan ew bû ku 100 kesî teslîmî mirovkûjê ku li nêçîra wan digerî bikin…

Çila 1992 an otobûsên zaliman li Ozalp a Wanê disekinin. Ya rast şoferê kurd, fêhm dike ku ew dixwazin birayên wî teslîmî Îranê bikin û dibêje “Otobûs xirav bû!” û disekine. Di heman demê de birayên xwe şîyar dike… Serma û seqema ku ew pê aşînê û gotinê birayê şofer wan a îqna dike ku dijmin dixwazê wan a bixapîne û teslîmî Îranê bike. Naxwazin vegerin, hawar û fîgan dikin lê xema zalim nine. Dora wan bi eskerê dest bi sîlah û polîsan digirin; bi zorê li otobûsa siwar dikin. Lê tiştekî zebaniyan ji bîr kirî hebû: gelê ku rebêr Apo û Tevgera Azadîxwez rakirî ser lingan, xwedî îrade û bi hestîyarîya netewî hatî xemilandin radibê ser lingan! Dora dagirkeran, otobûsan, hotelê digrin…Bi durişmên: “Bijî Serok Apo!” “Berxwedan jîyanê!” “PKK gelê gel li virê!” “Bijî kurd û Kurdistan!” û birayên xwe ji dest zebanîyan derdexin. Bi berxwedanaka ya sê roja yê bê hempa bi dijmin paşda gav didin avitin û birayên xwe teslîmî YN dikin. 

Ji evîndarê welatê xwe re riyaka nû, dahadûyeka ne dîyar û derîyê welatêkî nû vedibe û tên Swêd. Malbat li vir digehêje hev lê hesret û ax a ji bo welatê wan teva nabê û ew hîna jî berdewamê…

Mamostê Osman Îsmaîlî (Aşiq) ew serpêhatîya xwe bi zaravê Soranî kir pirtûka bi navê ”Sinûrî Mirdin” û di nava wêşanên Înstîtuya Kurdî li Stockholm de derket! Gereg her kurd vê pirtûkê bixwîne. Lê yên ku xwendî gereg bizanin ku, sê rojan nikarin razên… Pirtûk 320 rûpelin. Dikarin ji edresa: Mogordsvegan 13, 143 43 Vorby Gord-Stockholm an jî www.avasin.org bixwazin.

Osman Ismailî kî ye? Sala 1952 an li Mehabad ji dayik bû. Heta niha ji Farisî romana bi navê ”Bo Gulçînînê Deynava”-1993 Ji Swêdî ”Edeletî Komeleyatî-Thomas Hamarberg”-2010 (li ser mafî mirov li Kurdistan) dîsa ji Swêdî ”Hemedok”-Încê Memed-IV-2010 li Kurdistan hatê wêşandin (1993), wergerand. Pirtûka helbestan ye bi navê ”Kelenî Pencêkan (2010) û Sinûrî Mirdin bi Kurdî û Swêdî nivîsand. Heta niha gelek maqaleyên komeleyetî belav kirin û li Stockholm dijî.

 

Cejna Zimanê Kurdî pîroz be

14-15-16ê Gulanê rojên Cejna Zimanê Kurdî ne. Cejna Zimanê Kurdî ya îsal di nav rewşeke gelek dijwar da tête pîroz kirin. Dewletên Tirkîye, Iran û Surîyeyê zulma xwe ya li ser neteweyê Kurd û Kurdistanê misqalek sist û kêm nakin. Kurd û Kurdistanî jî li dijî van dewletên dagîrker berxwedana xwe di dereceya herî bilind da didomînin. Di nav vê çembera bindestîyê da zimanê Kurdî hêj jî di nav sîstem û dem û dezgehên van dewletan da fermîyet wernegirtîye. Perwerdeya Kurdî ya sîstematîk di van dewletan da nîne û qet rê jî nadin.

Li Tirkîyeyê ev demeke ku ji bo amadekirina makqanûneke nû hewildan hene. Di vê prosesa nû ya hazirkirina makqanûnê da giring e ku Kurd li ser pirsa perwerdeya Kurdî rawestin û gelek aktuel bigirin. Ji ber ku, perwerdeya zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî daxwazeke man û nemanê ye bo Kurdan. Lewma her bi çi rengî be divêt rê li ber perwerdeya bi giştî ya Kurdî bête vekirin û ji bo vê yêkê jî pêkve xelkê Kurd û berpirsiyar û pêşengên bizava neteweyî ya Kurd û Kurdistanê bi hemû şiyan û imkanên xwe ve divêt bo bi dest xistin û realîzekirina vê daxwaza heq û rewa têkoşîna xwe bilindtir bikin.

KNK di vî warî da herdaîm bala hêzên neteweyî dikêşê ser vê pirsa jîyanî. Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê bi vê bîr û hizirê, pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî yên îsal bi temaya

"Ji bo Kurd û Kurdistanê Parastina Zimanê Kurdî erkê neteweyî ye" dane dest pê kirin. 2

Kurd û Kurdistanî, li welat , li derveyî welat, li hemû meydanên dîasporayê û her li kî derê bin, divêt ji bo vê armanca pîroz xebata xwe bi rêkûpêkî bikin û daku serwextîyeke bi giştî bête temîn kirin divêt aktîvîteyên cuda bêne tertîp kirin.

Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê herweha pîrozbahîyên îsal yên Cejna Zimanê Kurdî dîyarîyî têkoşerên doza KCKê li Tirkîyeyê dike ku bi zanabûn, bi şuûreke bilind ya neteweyî û rikeke berxwedêrane dixwazin di dadgehên dewleta Tirk da parêznameyên xwe yên polîtîk û huqûqî bi makzimanê xwe, bi Kurdî bidin. Ew bi vê reftara xwe ya bihadar herweha aladarên doza zimanê Kurdî ne û divêt Kurd û Kurdistanî li doza wan xwudan derkevin.

Bi van bîr û hizirên neteweyî em Cejna Zimanê Kurdî li hemû Kurd û Kurdistanîyan pîroz dikin.

Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê

14 Gulan 2012, Bruksel

 

CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE!

Kongra Netewîya Kurdistan (KNK) sala 2007an de rojên 14-15-16 ê Gulanê wek rojên cejana zimanê Kurdî îlan kirin. Di nava netewa kurd de ji wê rojê ve, cejna ziman bi pîrozbahiyên cur bê cur tê pîrozkirin.

Wek Înstîtuya Kurdî li Stockholmê, em cejna zimanê Kurdî li gelê xwe pîroz dikin. Hêvî dikin ku hemû sazî, şêxsîyet û derdor li gor wata van rojana tevbigerin û xwedî li zimanê Kurdî derkevin. Bi taybetî jî dibistana yekem, malbat û dayik, di vê babetê de hesas bin û Kurdî bi zarokan bidin hezkirin.

Pîrozbahiya cejna zimanê Kurdî ya îsal:

Înstîtuya Kurdî li Stockholmê û Komala Kurd ya Frîdhemsplan bi hev re dikin.

Programa pîrozbahiyê:

A-    2012.05.13

Li Înstîtuya Kurd, danasîna pirtûka “Sînurî Mirdin”

Nivîskar: Îsmaîl Osman (Mamostê Aşiq)

B-    2012.05.17

Li Komela Kurd (Frîdhemsplan), şahîya cejna zimanê Kurdî

- Semîner:

  1. Dîrok û rola ziman: M. Heqi Balta
  2. Lêkolîna li ser alfabên cuda û encamên wê: Nîşan Bamernî
  3. Li başûrê Kurdistan tecrûba perwerda Awrûpa: Nazîf Mayî

- Pêşbirk:

a.  Pêşbirka Zarokên dibistana Fittja ya şêwekariyê.

b.  Pêşbirka bi dev li nav mast pere dîtin û sêv xwarin.

- Musîk

- Govend:

Govenda koma zarokên biçûk û mezin.

 

Înstîtuya Kurdî li Stockholmê

Komala Kurd ya Frîdhemsplan

 

Bangawazi-بانگه‌واز

 رۆژی13/5/2012، کاتژمێر1تا16، به ‌بۆنه‌ی یادکردن له ‌ساڵوه‌گه‌ڕی جێژنی زمانی کوردی، کتێبی"سنووری مردن" نووسینی مامۆستا عاشق، به‌ به‌شداران، ده‌ناسێندری. داوا له‌ هاو وڵاتیانی ئه‌ده‌ب دۆست ووڵاتپارێز ده‌که‌ین، له‌ورۆژه‌دا بۆرێزگرتن له‌رۆژی جێژنی زمانی کوردی وکاروتێکۆشانی نووسه‌ری به‌رێز، سه‌ربه‌رزمان بکه‌ن و بێن بۆ ئه‌نیستیتوی کورد له‌ ستۆکهوڵم.

پێشه‌کی، بۆ به‌شداریتان سوپاس ده‌که‌ین.

به‌رنامه‌:

1- سه‌ره‌تا،کردنه‌وه‌ی به‌رنامه‌ وئاخافتنی نووسه‌ر

2- کاتژمێر2تا2/20 پشوودان وخواردنه‌وه‌ی جاو وقاوه‌ وشیرینی

3- پرسیارووه‌ڵام وراده‌ربڕینی به‌شداران.

Bangawazî

Di çerçeva çalakîyên ”Cejna Zimanê Kurdî-14-15-16/05” de Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê berhemeka nû bi navê ”Sinûrî Mirdin” çap kirî û wê ji bo xwandevanan dide nasandin. Em bangî hemî nivîskar, xwendevanên û hezkiriyên wêjeya kurdî dikin ku guhdarî nivîskarê pirtûkê birêz Mamostê Aşiq bikin. Ji nivîskarê pirtûkê bibihîzin ka dagirkerên Kurdistan çawa lihember pênaberên kurd hevkarî kirine û çi dek û dolap li ser wan gerandine.

Bernamê:

13.00-14.00 vekirin û axaftina nivîskar

14.00-14.20 navbera qahwê û şîrînîye

14.20-16.00 Guftûgo û pirs û bersîv

Dîrok: 2012.05.13

demhijmêr:  13.00-16.00

Cîh: Înstîtuya Kurdi li Stockholm

Adres: Mogårdsvg. 13, bv 143 43 Vårby gård

 

KNK-Cejna Zimanê Kurdî

Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê ji Kurd û Kurdistanîyan, ji dem û dezgehên neteweyî daxwazê dike ku amadekarîyên pîrozbahîya Cejna Zimanê Kurdî [14-15-16ê Gulanê - 2012] ji nihe ve bidine dest pê kirin

Slogana pîrozbahîyên 2012ê "Ji bo Kurd û Kurdistanê Parastina Zimanê Kurdî" ye.

Wekî tête zanîn Cejna Zimanê Kurdî bi biryar û daxwaza KNKê ji 2007ê were tête pîroz kirin. Cihê şahîyê ye ku Cejna Zimanê Kurdî îro bûye edetekî neteweyî û cih girtîye û di van sê rojan da [14-15-16ê Gulanê], Cejna Zimanê Kurdî bi coş û heyecaneke mezin li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê tête pîroz kirin.

Li goreyî daxwaza KNKê hemû dem û dezgehên neteweyî hersal li goreyî şert û imkanên xwe pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî amade dikin û pîroz dikin. Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê îsal jî dixwaze Cejna Zimanê Kurdî di bin slogana "Ji bo Kurd û Kurdistanê Parastina Zimanê Kurdî" da bête pîroz kirin. Ji ber ku Kurdan bi taybetî ji bo bakur, rojhilat û rojavaya Kurdistanê daxwaza "statuya polîtîk" bilind kirine û eve tête manaya statuya zimanê Kurdî jî. Daxwaza me statuya zimanê Kurdî ye, statuya xelkê Kurd e, statuya Kurdistanê ye. Lewma slogana Cejna Zimanê Kurdî ya îsal vê prosesê îfade dike.

Dagîrîya Kurdistanê bi taybetî li sê parçeyan, li Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê didome. Parçeyê Kurdistanê yê li başûr îro di nav Iraqa Federal da statuyeke federatîv standîye û Kurdî gelek xwezayî zimanê fermî ye û hemû baskên jîyanê bi Kurdî têne jîyan. Herçend desthilata Erebî ya Bexdayê ya Iraqa Federal makqanûna nû ya Iraqa Federal binpê dike û hêj jî tixûbên Kurdistanê ji başûr ve teng digire û fermîyeta Kurdî li nav tixûbên Erebnişîn yên Iraqê bi cih nayîne jî lê zimanê Kurdî êdî xwudan statu ye, jînde ye û fonksiyonel e. Li Iranê, li parçeyê rojhilat zimanê Kurdî di bazarê da, di jîyana rojane da, di jîyana sosyal da fonksiyonel e û tête axivtin û bi kar înan. Lê hêj di nav sîstemê îdarî û perwerdeyê da fermîyet wernegirtîye û dewleta Iranê rê li ber pêşkevtina zimanê Kurdî digire. Li Surîyeyê jî kêm zêde eynî rewş berdewam e. Li Tirkîyeyê rewşa zimanê Kurdî ji Iran û Sûrîyeyê xirabtir e. Digel ku bi têkoşîna xelkê Kurd van salên dawîyê di warê bi kar înana zimanê Kurdî da hindek gav hatibin avêtin jî, lê asêtîya li ser zimanê Kurdî bi rengekî sîstematîk hêj jî tête domandin û rê nayê dan ku Kurdî statuyeke fermî werbigire û bikeve nav sîstemê îdarî û perwerdeya fermî. Ev rewşa negatîv her bi çi rengî be xizmeta asîmîlasyonê dike û pêşkevtina zimanê Kurdî hêdî dike ku eve digel xwe lawazbûna zimanî tîne.

Ji ber van binasên rewşa negatîv ya polîtîk parastina zimanê Kurdî di serê rojeva Kurdan da ye û divêt wisa be. Daxwaza fermîkirin û statu standina zimanê Kurdî bizaveke sereke ya Kurdan e û divêt neyê sist kirin. Cejna Zimanê Kurdî heta ku Kurdistan rizgar be, xelkê Kurd azad be dê bibe çeperê herî saxlem yê daxwazîya rizgarî û azadîya zimanê Kurdî. Kurdî wekî ziman bi doza Kurd û Kurdistanê, bi rizgarî û azadîya Kurd û Kurdistanê ve girêdayîye û yêk e. Zulma li ser Kurdî, Kurd û Kurdistanê gelek bêperwa û hovane tête domandin.

Rewşa negatîv ya asîmîlasyonîst li meydanên dîasporayê jî gelek dijwar berdewam e.

Di nav van şertan da Kurd li Kurdistanê û diasporayê, alaya dengî ya neteweyê Kurd, makzimanê xelkê Kurd anku zimanê Kurdî bi hêzeke xurt divêt bilind bikin, li zimanê xwe xwudan derkevin û di hemû baskên jîyanê da bi kar bînin.

Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê pîrozbahîyên îsal yên Cejna Zimanê Kurdî dîyarîyî têkoşerên doza KCKê li Tirkîyeyê dike ku bi zanabûn, bi şuûreke bilind ya neteweyî û rikeke berxwedêrane dixwazin parêznameyên xwe yên polîtîk û huqûqî bi makzimanê xwe, bi Kurdî bidin. Di nav programa pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî da, bila rûniştinên sembolîk yên dadgehê bêne çêkirin û parêznameyên doza zimanê Kurdî bêne xwandin.

Daku zimanê Kurdî li Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê bibe zimanê fermî yê duyê yê dewletê û bikeve nav sîstemê îdarî û perwerdeya fermî divêt xebat û têkoşîn bête bilindtir kirin.

Li dîasporayê jî Kurd li her welatê ku lê dijîn, her di kîjan çarçoveyê da be, divêt ji bo dîtin û wergirtina perwerdeya bi makzimanê xwe anku bi Kurdî hewildanên xwe bidomînin.

Pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî ji alîyê hemû dem û dezgehên neteweyî ve li goreyî şert û imkanan divêt bi rêkûpêkî bêne amade kirin û bi cih înan.

Doza zimanê Kurdî çeperê herî xurt û mezin yê parastina Kurd û Kurdistanê ye. Kurdî paşeroja Kurd û Kurdistanê ye. Kurdî garantîya hebûna Kurd û Kurdistanê ye.

Hêvî û daxwaza KNKê ew e ku Cejna Zimanê Kurdî di van sê rojan da, 14-15-16ê Gulanê, bi vê şuûra bilind ya neteweyî bête pîroz kirin û herwisa bangî hemû Kurd û Kurdistanîyan dikin ku di pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî da beşdarîyeke Newrozane bikin.

Herweha tête hêvîkirin ku ji bo giringîya axivtin, fêrbûn û perwerdeya makzimanî û perwerdeya bi giştî ya bi zimanê Kurdî kombûn, semîner, sempozyum û konferans jî bêne kirin.

Planê pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî ji bo sê roja bi vî rengî hatîye amade kirin:

Ji 14ê Gulanê pê ve dê şahî û pîrozbahîya Cejna Zimanê Kurdî bête dest pê kirin, mesaj bêne dan.

Li 15ê Gulanê li ser zimanê Kurdî dê axivtin û aktîvîteyên cuda bêne kirin. 15ê Gulanê herweha roja weşana kovara Hawarê ye [15 Gulan 1932]. Hawarê ji bo parastin û jîyandina ziman û kultura Kurdî kedeke mezin daye. Ji ber vê yêkê, ji bo bîrînana kovara Hawarê dê rola wê ya di warê parastin û jîyandina zimanê Kurdî da bête biha kirin û pîroz kirin.

Di 16ê Gulanê da jî ji bo xatiraya hemû şehîdên Kurdistanê, ku di serî da ji bo parastina zimanê Kurdî, neteweyê Kurd û Kurdistanê canê xwe yê pîroz feda kirine, di roja dawîyê ya "Cejna Zimanê Kurdî" da, dê hemû şehîdên Kurdistanê bêne bîrînan. Bi vê armancê xelkê Kurd dê bi gul û kulîlkan biçine ser av, çem û robarên Kurdistanê û wan qevdên gul û kulîlkan biavêjine nav av, çem û robarên Kurdistanê û rêzê li giyanê pak yê şehîdan bigirin. Li meydanên dîasporayê jî hemû Kurd vê seremonîyê li goreyî şert û imkanên xwe divêt bi cih bînin.

Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê

22 Nîsan 2012, Bruksel

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ( Homepage: www.kongrakurdistan.net)

Kurdistan National Congress ( e-mail: Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be )

Congrès National du Kurdistan

Rue Jean Stas 41 1060 - Bruxelles

tel: 00 32 2 647 30 84 , fax: 00 32 2 647 68 49

 

 

Axaftina bi Kurdî kêm dibe?

ANF - Pisporê Zimanê Kurdî (zaravayê kurmancî) Zana Farqînî ku demek dirêj e xebatên bêhempa ji bo zimanê Kurdî dimeşîne û ferhenga mezin a Kurdî amade kir, beriya demekê ji ANF’ê re axivîbû û bal kişandibû ser xeterî û metirsiyên li ser zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê. Farqînî gotibû; “Erê rast e, li gorî berê jimara kesên kurdî dixwînin û dinivîsin zêde bûye, lê belê jimara kesên bi Kurdî diaxivin jî kêm dibe. Çima? Nîşana vê yekê zarok in.” Me ev tesbîta Farqînî ji nivîskar, zimanzan, rojnamevan û rewşembîrên Kurd pirsîn. Nêrîna hevpar; “Ji bo parastina ziman divê zarokan fêrî Kurdî bikin”. Her wiha, piraniya rewşembîrên Kurd ji dahatuya zimanê Kurdî bi fikar in.

Piraniya rewşembîrên ku em pêre axivîn, vê nêrîna Farqînî rast dibînin. Lê hin nêrîneke cûda jî dibêje; “heke ez bajarê Amedê ji xwe re wekî bingeh bigirim, ez tevlî vê nêrîna mamoste Zana Faqînî nabim. Ji ber rewşa vî bajarê ku nêzî deh salane ez lê dijîm gelekî ber bi başiyê ve hatiye guhertin di warê axaftina kurdî de.”

Nêrînên rewşembîrên Kurd ên li ser nêrîna Zana Farqînî û rewşa Kurdî wiha ne:

PIRSGIRÊK NE NÛ YE

Ezîzê Cewo, Zimanzanê Kurd Bi rastî, dema mirov gotinên Zana Farqînî, yên ku bi rêya ANF’ê hatine belavkirin, dixwîne, di nav wî de ev raman rû didin; Yek ew e, ku bi rastî pirsgirêka axaftina bi zimanê dê di Bakûrê Kurdistanê de heye û ew pirsgirêk nû nîne. Ya duyem bingehên wê pirsgirêkê yên dîrokî hene, û ji bo çareserîyê divê mirov wan bingehan bi kûrayî binirxîne. Û ya seyem jî ew e, ku dîsa dest bi kampanyayek nû bike, ya ku piştî demekê, piştî hinek govtûgoyan wê vemire… Û dîsa ew pirsgirêk, wek ku hebûne, dê wisa jî bimînin!

Lê belê rastî ew e, ku ev êdî çend sedsal in, hem neyarên gelê kurd, hem jî hinekên di nav gel bi xwe de dibêjin, ku zimanê kurdî ber bi mirinê va diçe û piştî demekê gelê kurd dê wek netewe ji hole rabe…

Lê dîrokê tiştekî din ji me re hiştiye, dibêjin: “Gelê ku nexwaze bimire, tu kesê nikaribe wî bikuje!” Û ev rastîyek e! Û hebûna gelê kurd, têkoşîna wî ya ji bo mafê xwe yên neteweyî vê yekê piştrast dikin.

Helbet, dikare di hinek cîyan de hinek kurd bihelin, û eger bişavtineya wisa ji bo hinek gelên din zêde balê nekişîne ser xwe, ji bo me trajêdî ye. Lê hema mirov li hember vê tenê bi kampanyeyan û pirsgirêk nipixandinê nikare bisekine. Li ser pirsgirêkên heyî pir û pir hatiye nivîsandin û axavtin, lê belê tenê bi nîvîsandin û axavtinan nabe. Jixwe têkoşîna gelê kurd ji bo parastin û pêşxistina nirxên neteweyî tê meşandin, û di nav wan nirxan de jî yê sereke, yê ku hemû nirxên din li dora wî tên hûnandin, ZIMAN e.

ZIMANÊ MERCÊ SEREKE YÊ HEBÛNA HER NETEWEKÊ YE!

Eger zanebûna zimanê dê bibe norma jîyana civaka kurdî, eger zanebûna zimanê kurdî, bi wî nivîsandin û axavtin, bi wî stran û girîn, bi wî jiyana û xewdîtin bibe şêwazê jîyana me ya rojane, wê demê bersîva hemû pirsgirêkan dê bi xwe bê dayîn.

Û dijmin vê yeke ji me çêtir dizane, ji bo wê jî her tiştî dike, ku wî zimanî tune bike û bi wê jî gelê kurd, wek netewe, ji holê rake.

Ji bo ku ziman bê parastin û pêşxistin, ji bo ku xwendevanên kurdî hebin, divê yên ku bi kurdî biaxivin û bixwînin hebin. Û ev yek jî divê girseyî be- li seranserê Kurdistanê. Dewletên serdestî Kurdistanê li şûna merc û derfetan ji bo pêşkevtinan biafirînin, berovajî vê, her tiştê ku ji destê wan hatiye, kirine (û îro jî dikin!), ku gelê me di tarîyê da bimîne.

Ji bo wê jî divê rê û rêbazên çareserîyê bêne dîtin.

Helbet, tê zanîn, ku di rewşa îro de bi hewlên tunekirinê yên dagerkeran re tevayî, wisa jî mercên bişavtin û windabûnê yên objêktîv jî derketine holê –têlêvîzîon û çapemenî, sazî, komele û navendên çandên biyanî. Lê belê, gelê kurd jî altêrnatîvên van avakirine. Her çiqas jî ew heya dawîyê bi peywira xwe ranabin û rola xwe nalîzin, lê dîsa jî, ew êdî bûne nirxekî neteweyî, gel li dora wan dicive û bi ziman û çanda xwe ra pêwendîdar dibe... Û ev ê jî, zû an dereng, berhemên xwe bide.

Belê, mercê sereke û garantîya parastin û pêşxistina ziman û çanda kurdî azadî û serxwebûna gelê kurd e, lê heya gelê kurd bigihîje armanca xwe ya, di vê rewşê de kî divê îro bi vê peywirê rabin?

ROLA SAZÎ, KOMELE, ÇAPEMENÎ

Sazî û rêxistinên me, kom û komele û navendên me yên civakî û çandî hene, çapemanî, radyo – televîzîon, rojnamegerî û weşanên me hene. Yekîtîyên nivîskar, hunermend, mamosta û rojnamegeran hene. Dawîya dawîyê, û ya sereke, malbatên hene.

Wê demê bê, û zanebûna zimanê dê bibe norma jîyana civaka kurdî, dê zanebûna zimanê kurdî, bi wî nivîsandin û axavtin, bi wî stran û girîn, bi wî jiyan û xewdîtin bibe şêwazê jîyankirina me, û ziman û çanda kurdî jî wê rengê xwe yê neteweyî wergirin. Û, wê demê bê, di Kurdistanê de dê neaxavtina bi zimanê dê bibe tiştekî şermê, di welêt de dê atomosfêrake wisa bê avakirin, ku her kurdek bixwaze bi zimanê biaxive û wê ji bo xwe serbilindî bibîne. Lê, heya ku ev hemû pêk bên, divê her yekî me bi peywira xwe rabe.

Û mercekî din ê yê girîng jî: eger em dibêjin zimanê kurdî zimanê kurdan e, divê em perwerdeya zimanê kurdî ji bo wan dayîkan avabikin, ên ku ji ber mercên dîrokî zimanê kurdî nizanin, an jî baş nizanin, ji ber ku her zarokek zimanê dê ji dayîka xwe fêr dibe.

Ji bo van hemûyan jî îro gelê kurd û Tevgera azadîxwaz gelek merc û derfet afirandine...

DIVÊ MERCÊN SIYASÎ BÊN BINAVKIRIN

Dr. Zerdeşt Haco, Serokê PEN’a Kurdî Hikûmetên Tirkiyeyê bê cidayî bi hemû hêza dewletî tunekirina zimanê me ji xwe re kirine armanc. Ez bê dudilî piştgîriya dîtinên zanistî yên Mamoste Zana Farqînî dikim, nirxandinên wî rastiya rewşa zimanê me neynik dike, ya ku encama vê siyaseteke zordar e.

Êdî li tenişt rastiyên ku birêz Farqînî dîtine, divê mercên siyasî jî werine binavkirin. Rizgarkirin, bipêşvebirin û geşkirina zimanê me bi rewşa siyasî li welatê me ve girêdayî ye. Kengî zimanê me li welatê me bû zimanê dewletê, hingî bêçare wê dê û bav ji bo pêşeroja xwe nav di zarokên xwe bidin, da hînî Kurmanciyeke bilind bibin. Ji wan re wê Kurmancî bibe alavê pêşketina jiyana wan, di piraniya beşên jiyanê de.

TEVAHIYA KESÊN XWEDÎ BI TIRKÎ DIPEYÎVIN

Robîn Reşvan, Rojnemevan û Dersdarê zimanê Kurdî Birêz Farqînî, ji salên dirêj vir ve xebatên hêja li serzimanêKurdî dike û berhemên wî cîh pêşabûna me hemîyan e.

Farqînî di hevpeyvîna xwe de dibêje “Jimara kesên ku Kurdî dixwînin û dinivîsin zêde bûye, lê ji mara kesên bi Kurdî daxivin jî kêm dibe”.

Bi rastî nizanim li ser çi bingehê wiha dibêje, çimkî di destê min de pêzanînên wî rengî tune.Lê, rastîyeke tahl heye ku karanîna Kurdî di jîyana rojane de bi awayekî ber bi çav hindiktir dibe. Li Amedê û li bajarên din ên Kurdistanê, zimanê serekîyê kûçe û kolanan Tirkî ye û ew yek li ser zimanê Kurdî dibe xetereke mezin.

Gava mirov diçe xwaringehekê yan jî qehwexaneyekê, bi xemgînî dibîne ku piranîya civatan bi Tirkî ye. Qada Kurdî ya jîyanê teng dibe û zimanê Kurdî tenê ji alîyê kal û pîran û ji alîyê kesên ku xwendingeh (ênTirkî) nedîtîne tê axaftin. Zarok, xort û hema tevahîya kesên xwendî bi Tirkî dipeyîvin.

Zana Farqînî di hevpeyvîna we (ANF) de qala gelek xalên girîng jî dike. Wekî mînak, Farqînî ba ldikşîne ser oto-asîmîlasyonê ku Kurd bi destê xwe, zimanê xwe qels dikin. Li şûna ku bi zimanê xwe yê dayikê bipeyîvin, di jîyanarojanê de zimanên din bi kar tînin. Ev yek, taybetî li Bakur di astekexeter de ye û hema bêje her warên jîyanê di bin serdestîya Tirkî de ye.

Birêz Farqînî rast dibêje ku mafê perwerdeya bi Kurdî pir girîng e û di parastin, vejandin û pêşvebirina zimanê Kurdî dê roleke jîndar bilîyze. Bê guman, gava zimanek dibe alava perwerdeyê, pêşveçûna wî jî xûrtir û lêztir dibe. Bi vî awayî, ziman li xwendingehan tê hînkirin, bi hezaran pirtûk û materyalên din yên fêrbûn û fêrkirinê têne amadekirin û gelek lêkolînên zanyarî li ser zimên têne kirin. Lê, divê em ji bîr nekin ku mafê perwerdeya bi Kurdî, biryareke sîyasî ye ku girêdayî desthilatdaran e. Bi gotineke din, perwerdeya Kurdî çiqas girîng be jî, biryara wê ya dawî di destê karbidestên dewleta Tirkîye de ye û divê Kurd li benda wê biryarê nemînin. Bi hemî karîn û zanînên xwe xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin û wî zimanî biparêzin.

HIN DÊ Û BAV KURDÎ FÊRÎ ZAROKÊN XWE NAKIN

Cîhê daxê ye ku gelek dê û bavên Kurdan zimanê xweyê zikmakî fêrî zarokên xwe nakin û nifşên nû bi zimanê Tirkî mezin dibin. Zarok gava bi zimanekî xencî zimanê xwe yê dayikê mezin dibin, xeter heye ku ji çand, folklor, muzîk û cıvata xwe jî dûr bikevin. Wekî ku zimanzanê navdar ê Amerîkî Michael Chyet dibêje, “Zimanê ku zarok pê napeyîvin, zimanekî bê paşerojê ye”. Loma jî, erka herî girîng ya dê û bavên Kurdan ev e ku li gel zarokên xwe Kurdî bipeyîvin û misoger bikin ku nifşên nû zimanê xwe yê zikmakî rind bizanin. Bê biryaryan jî erê kirina kar bi destên dewletê, hemî dê û bav dikrin zimanê xwe, an ku çand, folklor û muzîka xwe hînî zarokên xwe bikin û nasnameya Kurdî biparêzin. Bi dîtina min, ev xal ji perwerdeya Kurdî ji girîngtir e û her dê û bav dikare vê yekê bi cîh bîne. Ji bo pêkanîna wê, Kurd ne hewceyî alîkarî yan jî destûra dewletê ne.

DIVÊ QEDRA ZIMÊN BÊ ZANÎN

Bi dîtina min, Kurd divê berî her tiştî pênasînê bi vê rastîyê bikin û xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin û wî zimanî hembêz bikin. Heta ku Kurd qedra zimanê xwe nizanin, hemî pêngavên ku têne avêtin kêm dimînin û nagehijin tu armancan.

JI BO KAMPANYAYÊN JI BO ZIMAN TÊN DESTPÊKIRIN REXNE

Her sal ji alîyê sazîyên Kurdan ve kempeynên axaftin û karanîna zimên têne kirin, lê piştî demekê ew hemî têne jibîrkirin. Roleke pir girîng dikeve ser milên sîyasetvanên Kurd ku di kêşeya ziman de samîmî û jidil bin û zimanê Kurd îwekî alav kar neyînin. Wekî nîşaneya qiymetdana zimên, divê hemî berbijar (namzed) ên partîyên Kurdan zimanê xwe yê zikmakî bizanin, kesên ku Kurdî nizanin nebin namzed. Divê em ji bîrnekin ku ji bo vejandin, parastin û dewlemendkirina zimanekî qadên jiyînê hebin da ku ziman winda nebe û geşbûnîya xwe biparêze.

TESBÎTA FARQÎNÎ RAST E

Ji Înstîtûya Kurdî Li Stockholm, Şoreş Reşî, Kamran Simo Hedilî, Xizan Şîlan: Wek tê zanîn di destên kesî ji me de hijmareke îstatîstîkî nîne. Hemû şîrove û nirxandinên beşê Bakur li ser esasê çavdêrî û texmînan tên kirin.

Bi vê re jî, em tesbîta mamoste Farqînî rast dibînin. Mirov dema ”Rojnnameya Kurdistan” derketî (1889) dema niha bide ber hev, dibîne ku ferqeke neyê texmînkirin pêk hatiye. Wê demê kurd hema hema ji sedî not li ser axa Kurdistanê bi Kurdî dipeyivîn û xwendin û nivîsandin pir kêm bû. Eger em texmînekê bikin, ew ê bibe ji sedî 90 û ji sedî 5!

Piştre eger mirov bê serdema (1932-33) ”Hawar” ê, rewş hema hema wek hev e. Lê dibe ku di xêra wan rojname û kovaran de hêjmara yên dixwînin û dinivîsin bibe ji sedî 90 û 6-7!

LI BAJARAN KURDÎ HAT DERECEYA DUWEMÎN

Dîsa mirov dikare nirxandinekê berî serdêma 1984 an piştî wê jî bike. Berî 84 an gund nehatibûn valakirin û ew wek kaniyeke Kurdî bûn. Piştî 84 an gund hatin vala kirin û ew kanî bi piranî zûha bû. Xelkê hatî bajaran bi kurdî nehatine bajaran. Li bajaran zimanê tirkî hekimê jiyanê bû û yên hatine bajaran xwestin zû fêrî wî zimanî bibin. Yanî kurdiya xwe li gundan hiştin, lê siyasî hatine bajaran. Li bajaran bi jiyanê re siyaset jî bi tirkî bû. Ji bo wê li bajarên Bakur Kurdî hate dereca duyem.

AXAFTIN TENÊ LI MÊRDÎN, BOTAN Û HEKARÎ MAYE

Yên koçberî metrepolan bûyîn, hema hema Kurdî ji bîra kirin û nifşê nû bi temamî bi Tirkî diaxife. Ev bû derbeyeke û li Kurdî ket. Aliyê din piştî 84 an Tevgera Azadîxwez û kadroyên giredayî wê; bi bedelên mezin, bi qehremaniyên bêhempa, tekoşîneke bênavber berdewan kirin. Lê mixabin ser dema pêşî giringî nedana axiftina kurdî. Ji axiftinê pirtir di nivîsandin û xwendinê de gavên mezin dan avêtin. Rojnameyên rojanê, kovar, TV û pirtûk derketin. Vê yekê di aliyê nivîsandin û xwendina kurdî de standartkirin û di pêkhatina zimanekî bilind de roleke mezin leyîst. Vê yekê, nivîsandina bi devokan hema hema ji holê rakir, heta zarava jî nêzikî hev kirin. Îro gelek kes dikarin Dimilkî, Soranî (bi tîpê latînî) bixwînin û fêm bikin. Di rewşa îro de pila xwendin û nivîsandine zêde bû. Lê ji alî axaftine ve mirov berbiçav dibîne ku kêm bûye. Îro li bajaran dengê Kurdî gelekî kêm tê bihîstin.

Tenê xêta jêrê ango navçeyên Mêrdîn, Botan û Hekarî mane, li yên din Tirkî serdest e. Kurdîaxifî îro hatiyê dereceya ji sedî 30-40 lê xwendin û nivîsandin bûyê ji sedî 12-16.

RÊ Û RÊBAZÊN NÛ YÊN BIŞAFTINÊ

Bê gûman, ev yeka tenê bi îhmalkariya kurdan pêk nehat. Dewletê jî rê û rêbazên nû yê pişaftinê (asîmîlasyonê) dîtin. Dibistan vekirin, Tv zêde bûn, programên taybet di tv de hatin wêşandin, kurd koçber kirin û hwd. Di kêmbûna axaftina Kurdî de rola wê yekê jî zêde ye.

BILA KREŞ BÊN VEKIRIN

Berî her tiştî pêwist e kurd bi tekoşîna xwe, mafê perwerdeyê bi dest xin. Heta ku ev yeka pêk neyê, Kurdî di nava xeterê de ye. Çi dibe bila bibe divê ji vê daxwazê bi paş ve gav nayê avêtin.

Heta ku ev mafê bê bidestxistin gelek karên pratîk û komple yê ku em bikin jî hene: Di serî de gereg li her derê krêş bên vekirin.

JI BO BDP’Ê ÇEND PÊŞNIYAR

Tevgera siyasî divê di Kurdî axaftinê de bi israr be. Bi taybetî jî BDP ne ku carna ji bo reklamê, şaredar û kadroyên wan bi Kurdî bipeyivin. Divê kurdî di hemû aliyên jiyanê de bi kar bînin.

Koroyên zarokan bên avakirin û ev koroyên zarokan li gelek bajar û taxan konseran bidin. Fîlm û pirtûkên bi CD ji bo zarokan bê belavkirin. Şanoyên seyar bîne sazkirin û ev şano hero li taxekê bileyîzin. Li bazar û kolanan, herkes bi israr bi yên hemberê xwe re bi Kurdî bi axaftin. Her meh, an jî ji du mehan carekê ji bo kurdî axaftinê kampanyayên cor bi cor werine destpêkirin. Divê em zimanê kolanan bikin kurdî. Kirîn, firotin, dan û standinên xwe bi tevayî bi kurdî bikin, da ku zimanê me li herderê welatê me belav bibe û ser bikeve.

Xetereyek wiha demkin nebe jî, di dema dirêj de heye. Ziman wek darekê ye, perwerde jî rayên (kokên) darê ye. Eger tu wî rayî bibirî dar dê hişk bibe. Lê yê ku temenê darê dirêj dike rayên wê ne. rayên civaka jî zarok in. Eger zarok perwerde nebîne, ziman bi pêşnakeve û berheman nade. Perwerde ji bo ziman oksîjen û ava jiyanê ye. Ji bo wê, li ser mafê perwerda bi Kurdî divê niqaş neyê kirin. An bi destxistina perwerde, an bi destxistin. Ji vê pê ve riyeke din nîne û em nabînin.

EZ TEVLÎ VÊ NÊRÎNA ZANA FARQÎNÎ NABIM

Rizoyê Xerzî, Nivîskar Bi rastî beriya bersiva we bidim, ez dixwazim tiştekî bi bîr bixim; ez ne zimanzan im lê bi kêmanî derdora 20 salan e ku bi vî zimanî dinvîsim û bi vî zimanî karê rojnamevaniyê dikim. Dîsa jî ez dixwazim wekî heskiriyekî vî zimanî çavdêriyên xwe bînim ziman. Bê guman ev çavdêrî jî ne bi anketan hatiye amadekirin lê çavdêriyê min ê ku di jiyana rojane de min his kirine.

Ji ber ku bi salane ez li bajarê Amedê dijîm bêguman dê çavkaniyên min jî derdora min be, heke ez bajarê Amedê ji xwe re wekî bingeh bigirim, ez tevlî vê nêrîna mamoste Zana Faqînî nabim. Ji ber rewşa vî bajarê ku nêzî deh salane ez lê dijîm gelekî ber bi başiyê ve hatiye guhertin di warê axaftina kurdî de. Li gorî min bandoreke mezin li ser kolanê bûye, dema ez rewşa niha û ya berî 10 salan li Amedê bidim ber hev gelekî aşkEre ji bihîstina axaftina bi kurdî tê xuyakirin ku ji berê zêdetir bûye. Berî 9-10 salan ji min re bûbû hesret ku di kolanê de hevokek bi kurdî bibhîzîm, lê niha dema ku mirov di kolanê de dimeşe ne tev bin jî mirov dikare gelek caran li diyalogê bi kurdî din ava xelkê Amedê de bibîne û bibihîze.

GIRÎNGIYA ŞAREDARIYAN

Li gorî min, sedemên vê pêkşetinê gelek hene. Di serî de mirov dikare bidestxistina kurdan a şaredariyan û parlementoyê wekî mînakeke herî berz destnîşan bike. Ji ber ku hişmendiya bi salan dewletê di sere gele kurd de çand bi vê yeke hejiya.

Bi salane medya û perewerdehiya bi zimanê tirkî kurd wekî kesên paşketî, nezan û gundî dida nişandan. Dema mirov bala xwe bide rêzefilmên tirkî jî ew dibe mînakek baş ji bo vê hişmendiyê. Kurd di hemû rêzefilman de gundî, nezan û paşketî ne û kurdê herî baş di van rêzefilman de kesên xwefiroş, kujer û an çayê difroşe an jî garson an dergevanê avahiyekê ye.

Em vegerin ser guhertina vê hişmendiyê. Di salên dawî de piştî ku tevgera gele kurd giraniya xwe da ser hilbijartinên herêmî û piraniya şaredar û parlementerên kurdan bûn kurd vê yeke hinekî ew hişmendiya ku bi salan derbarê kurdan de hatibû çandin hejand.

Êdî kurdan dît ku ne tenê gundî û nezan bi zimanê kurdî diaxifin û hemû karên xwe dimeşînin lê kurd dikarin bibin şaredar û parlemnter jî û ew şaredar û parlemnterên ku bi kurdî diaxifin tevî hemû astengiyan û bi sedan doz li wan vebûn, dîsa jî bi kurdî xwe tînin ziman. Bê guman vê yeke ew hişmendî hinekî be jî guherand.

JI NEZANÎ BER BI MAMOSTE VE

Her wiha wekî mînak berê dema mirovek diçû dikanekê, an jî karekî wî li cihekî heba û bi kurdî diaxifî, xwediyê wê dikanê an jî ew kesê ku muxateb digirt jî wekî kesekî nezan û cahil lê dimeyzand. Lê niha dema ku tu biçî dikanekê û bi wan re bi kurdî biaxifî piraniya wan dê ji te re bêje keremke mamoste. Yanî berê ji ber axaftina te ya bi kurdî te wekî nezan hesab dikir, lê niha te wekî kesekî zana û mamoste hesab dike.

Bê guman roleke mezin a medya û çapemeniya kurdî jî di guhertina vê hişmendiyê de heye. Nemaze jî rola Med TV, Medya TV, Roj TV û hemû tv yên kurdî jî kedeke mezin di guhertina vê hişmendiyê de dane. Divê em ji bîr nekin ku saziya ziman û perwerdeyê TZPkurdî jî roleke girîng dilîze ku hejmara xwendevanên kurdî zede bibe ji berk u salane bi sedan xwendekar sertefîkayên xwe ji wir digirin.

JI BO AXAFTINA BI KURDÎ ÇEND PÊŞNIYAR

Li gorî nerîna min, di hemû warê jiyanê de çi qasî kurd bikaribin gavan bavêjin û xwedî li hev derkevin, xwedî li sazî û dezgehên xwe derkevin û serkeftinan di warê rêveberiya herêmî de bi dest bixin ew qasî zimanê kurdî jî bi pêş dikeve û zêdetir tê bikaranîn. Ev zimanê ku bi salane li dijî wî hemû rengên pişaftinê hatine kirin û ceribandin lê xwe bi çîrokên dayikan li ser lingan hiştiye. Niha hinekî ji wî alî de rewş ne baş e, ji ber me berê digot ‘li zimanê dayikê xwedî derkeve’, niha heke dayik jî bi tirkî bi zarokan re biaxife wê zimanê zarok ê dayikê jî bibe tirkî, erebî û farisî.

Her wiha div ê derbarê de rola herî giring dikeve ser milê dezgeh û navendê çandê jî ku zimanê xwe bi her kesî bidin heskirin û jiyaneke kurdewarî bijîn. Divê hemû berhemên ku bi kurdî di televizyonan de tên pêşkêşkirin têr xweşik û zengîn be da ku bikaribe bi qasî televizyonê bi zimanên din bala mirovan bikişîne ser xwe.

Bê guman guhdar û temaşevanên kurdî jî berê ji ber gelekî tiyê zimanê xwe bûn, çi dihate ber wan qebûl dikin lê niha hinekî ew tîbûn qediyaye. Êdî li kalîteyê jî digerin. Êdî tiştên profisyonel dixwazin. Êdî stran tevî bi dehên kanalê stranan hene lê bala wan nakişîne ji bilî stran û govendê dixwazin bi zimanê xwe li film û rêzefilman temaşe bikin.

ROLA DAYÎKÊ

Di çaxa me ya îroyîn de, tê gotin ku “ger zimanek nebe zimanê perwerdehiyê, ew ziman tune dibe”. Gelo bi taybet li Bakûrê Kurdistanê xeterî û metirsiyeke wiha li ser Kurdî heye an na? Zimanê kurdî bi hezarê salane bi saya çîrokên da û dapîran xwe gihandiye heta roja îro, lê mixabin em dibînin ku em gihane astekê ku li gelek deveran dayik jî êdî bi kurdî bi zarokên xwe re napeyvin, lewre jî divê pêşî li vê bê girtin û gelek gavên lezgîn ji bo perwerdehiya bi kurdî bên avêtin lê berî tevî divê ji malê dest pê bike. Dibistana herî mezin ji malê dest pê dike û divê bi bernameyên cuda ên herî nû ev ziman di riya televizyonan de bi zarokan were şêrînkirin. Ne bi gotinê em bêjin zimanê me şêrîne, lê bi berhemên ku bala zarokan dikşîne û asta wan bernameyan ne kêmî bernameyên ku ji bo zarokan bi zimanên din tên amadekirin be.

ANF-Abdullah BILEN